• On our website: 1632 Artists
  • 3160 Albums
  • 36649 Tracks
  • 17498 Users
Artists by alphabet:|

Aydin

Di nava vê ahengêde sal 1962 Aydin li dunyayê çavên xwe vedike.Livir tiştekî gellekî balkêş heyeku ewjî dayîka Aydin dibêje"Demaku Aydin di hemla mindebû min gelek caran dengê girînên wî bihîstîye û ez cara ewilî gelekî tirsîyam"Aydin jî vîya ewha şîrove û henek an dike û dibêje;"Kî dizane belkîjî min ew çax stran gotine"Ew der nayê zanîn lê;tiştê ku tê zanîn Aydin di heft salîya xwede,kanê li Serhed ê zivistan gelkî dirêje û şevên zivistanê jî dirêjin,civat tim hene herwihajî ew civatana wek perwerdegehin û di Kurdistan ê de bingeha çêbûna şexsîyeta mirovane,gelekî bi rûmetin ji berku civak bi her cureyî liwir  xwe nîşan dide,di tûr û bar ên kîde çi huner û çi cewher hebe derdikeve holê.Evîn a Mem û Zîn,Sîyabend û Xecê,Klam  a Evdalê Zeynikê di wan civatande tê pêşkêşkirin.Aydin di wan civatande klam a kalikê xweyê Keremê Qolaxasî ku ji  
 dengbêj Şakiro hilgirtibû;Şakiro gelek caran hatibû mêvandarîya wan û tesîrekî mezin li ser Aydin çêkiribû û herwiha guhdarvanê Radio a Êrîvan ê jî bû dengê Meyrem Xan û Mihemed Arif Cizrewî di we qutika ji sêr ê guhdardikir lewmajî şerbet a stranan li hemî laşê Aydin belav bibû û di govendadajî stran a Bejnê ku ji Enwer ê bavê xwe hilgirtibû digot....

1971 Aydin 9 salîye; Şerîf,Kerem, Aydin, Mihemed,Hecî,Ekrem 6 pismam bi hevre dest bi xwendinê dikin û bi Tirkî pewerde dibin.Di gundê wande dibistan tune lê ew havîn,zivistan di bin berfê û bahozêde di çengekîde sergîn,ji bona ku di sobêda bişewitînin her zarok ji mal a xwe sergînekî dibir dibistanê.Û di çengekîdejî çente,her roj 5-6 km dûr diçûn gundekî din ku navê gund Şemê ye û dizîvirîn.Di nava wan pismamande yê herî zeîf û piçuk Ekrem bu.
Ekrem gelek caran  di rêyande diqefilî û wî bi dor pişt dikirin û dibirin.Çenteyekî Aydin ê sî hebû ku xalê wî ji Almanya jêre şandibû.Demaku bi qîyameva hildikişîya,wî çente hildigirt lê ku bi jor diket çente wî heyanî jêr dişiqitand carnajî di deleva srgînde tepik dibir,tepik hem sivik bû hemjî zû dişewitî û hemji demaku Aydin bi  jorê diket tepik bi derbijêrve tilor dikir tepik ê wî berê wî diçû dibistanê eger hevalan pêşî li tepik bigirtana wanê bavêtaba sobê lê carna tepik xwe nedida dest û heyanî nava ava Şemê yek derb diçû Aydin ji ber vê sedemê gelek caran ji mamoste yê xwe lêdan dixwe zivistananjî tim wiha derbasdibû.

Aydin êdî zimanê Tirkî jî hînbibu û di hemî şahîyên dibistanêde tim  Aydin stran digot.Mamostekî Aydin hebû navê wî Dursun Çelik bû  û tembûrekî baş lêdixist cara yekemîne ku Aydin tembûrekî dibîne û dengê wî dibîhîze û ev dengajî wek stranan li mêjîyê Aydin hukumdike.
Mamoste ji bavê Aydin re dibêje"Ka ez Aydin bixwere biherim Enqere ê li wir bişînim dibistanekî mûzîk ê ez bawerim ku wê hunermendekî baş jê derkeve"lê bavê Aydin qebûl nake ji berku naxwaze di wî temenê piçûk de bi tenê bişîne.5 sal li Şemê,li"Işiklar Köyü Ilkokulu"bi wîhawî diqede.  

1975 Aydin diçe Mûş ê cem apê xwe,li wir di Mûş Lisesi de dest bi perwerde a navîn dike lê di serê wîde ji xeynî stran û mûzîk ê tu tiştek nîne.Li vir dîsa tiştekî ku nayê ji bîrkirin heye;Evdilbaqî yê bûrayê apê Aydin tembûr lê dixist ku mamosteyê Aydin ê tembûrê ku perdên tembûrê herî ewil pê da nasandin û strana"Şu Sazıma Bir Düzen Ver"nîşanî da ewe.Aydin tim tembûr a wî ji dest digirt û ewjî aciz dibû.Dîsa êvarekî ku serê sibê li dibistanê,di ders a matematik de bi nivîsî îmtîhan heye. Aydin ders a xwe nexebitî,heyanî sibê li ser tembûrê stran a"Burasi Muş tur"xebitî û serkeftî jî bû lê serê sibê li dibistanê di ders a xwede jî zeîf girt.Guhdarvanê radio ê gelekî başbû,ji radio ê pir hesdikir û radiokî wîyê piçûk tim hebû;dixwest bibe hunermendekî radio ê.  

1976 perwerde a navîn di sinifa 2.daye rojekî dibîhîze ku di radio a Erzirom êde  pêşbirk heye,bê xebera dibistanê û malbatê dide rê û diçe Erzirom ê lê wî qebûl nakin ji berku temenê wî piçûke ewji dikeve nava xebatekî hewl dideku salên xwe mezinbike lê liwir serkeftî nabe herwiha qasî heyvekî ji dibistanê dûrdikeve wê salê di 4 dersande dimîne îmtihanan lê dixebite û di wan dersên xwedejî derbas dibe.  

1977 Aydın navê Stembol ê nû bihîstîye,difikire,qerara xwe dide,zêr ekî dayîka xwe digire û berê xwe dide Stembol ê.Cara yekemîne ku dikeve nava jîyana metropolekî mezin.Li wir rastê Meş a mezin,meş a 1 Gulan ê tê û tevliwî meş ê dibe dîsa cara yekemîneku beşdarî çalekîyekî dibe û ewqas însanan li cem hev dibîne.Di wê meşêde 36 kes têne kuştin û Aydin matmayî dimîne tu maneyekî nade wê rewşê û ew roj jî li jîyan a Aydin tesîrekî mezin çêdike.Aydin êdî dibe xweyî fikrekî sîyasî,fêrî slogan a "Kurdara azadî" dibe,stranên sîyasî dibêje lê bi zimnê Tirkî distirê.Aydin li Istanbul ê di nava vê jîyanêde 2 salan dimîne.Rojekî li meydan a Taksim ê ye;dengekî tê guhê wî,xwe li deng digire,diçe guh didê,dengekî bilind,zelal,bi hêz,bi Kurdî distirê dibê,"Gula baxçê we ka"Li wir hîndibe ku ew  Şivan e.

Aydin kasêtekî dikire û diçe tim wê kasêt ê guhdar dike.Herwiha hunermend ê Kurd Şivan Perwer jî;bi taybetî bi stranên Kurdî ên politik,di jîyan a Aydin a hunerîde xweyî tesîrekî mezine û dîsa ku bi eslê xwe Ermenî ye lê emrê xwe daye musîk a Kurdî;dengê hunermendê mezin Aram Tîgran jî di wê demêde nasdike û gelekî di tesîrêde dimîne.  

1979 Aydin vedigere welat û dîsa di Mûş Lîsesî de dest bi xwendin ê dike.Aydin di lise 2.daye derbe ya 12 îlon ê çê dibe,piştre Aydin dev ji xwendinê berdide û diçe Izmir ê cem bapîr a xwe,nêzikê salêkî li cem bapîr a xwe disekine.Bapîr a Aydin jêre tembûrekî dikire ku evjî di jîyana Aydin de dîyarî yekî herî mezine ji ber ku cara yekemîne ku dibe xweyî yê tembûrekî herwiha Aydin xwe bi xwe dixebite ku   hînê tembûr ê be. Aydin ji Izmir ê diçe Stembol ê dixwaze kasêtekî çêbike.Tişt ên ku nafikire derdikevin pêş wekî:An tu ê bi derfet ên xwe çê bikî û bê şert teslîmê şîrketekî bikî,an 4-6 kasêt bê şert û şûrt ji wanre îmze bikî û herwiha.Aydin ev rewşa han bi tevahî red kir û vegerîya welatê xwe lê dîsa xebat ên xweyên li ser stranên gelêrî û beste yên xwe berdewamdike û repertuar a xwe roj bi roj brfireh dike.Aydin strana xweya yekemîn,1976 ande li Xindeqa di nava mêrg a wande Pir a Mardo heye ku Aydin li ser bi ziman ê Tirkî stran çêkirîye bi navê "Mardo Köprüsü".
 
1982 Aydin bi dilketîya xwere dizewice,1984 ande diçe eskerîyê,li eskerîyê bi 15 Tebax ê dihese û herwiha 15 Tebaxêjî di jîyana Aydinde xweyîyê tesirekî gelekî mezine.1986 Eskerî diqede lê li virjî tiştekî gelek balkêş heye;Stranekî hebû bi navê"Bağrımda Bir Ataş Yanir/Gün Geçtikçe Alavlanir"Gotın ên vî stranê tenê li ba komîtanekî hebû lê rojaku Aydin teskere girt,ew roj ew komîtana ne li wir bû Aydin ji bona ku gotinên wê stranê bigire,2 rojan li hêvîya wî komîtanê sekinî herwiha jî piştî ewqas hisretî 2 roj dereng vegerîya malê ku evjî evîn a Aydin a strana ye.

1987 Aydin dîsa berê xwe dide Stembol ê di dersxane a hunermend ê Tirk Yavuz Top de demekî ders ên solfej distîne,dixwaze nota jî hîn bibe,duzen a bağlama yê lı wir nasdike.Aydin di wê salêde kasêtekî bi zimanê Tirkî çêdike bi navê"sevdalim"ku ji 14 stranan pêk tê.8 stran yên  Aydin bixwene,4 stran gelêrî,stranekî yê hozan ê Tirk Pir Sultan Abdal û stranekîjî yê hozan ê Tirk Muhlis Akasarsu ye. Bi Ses Plak re peywendîyekî çêdike,dide wana û dîsa vedigere welat. Piştî çend heyva navê iflas a Ses Plak ê derdikeve herwiha kasêt belav nabe.1988 li Xindeqa Aydin dadikeve çemê Erez nêçîra masîyan,li vegerê zarok direvin pêşîyê û dibêjin"Mizgîn ji tera êdî tu bûyî bavê zarokekî keça te çêbû.Aydin gelekî şa dibe,navê keça xwe Evîn lêdike(04.04.1988/Xindeqa)ji berku Aydin bi evîna xwera zewicîbû.  

1989 Aydin tevî malbata xwe bi mêvandarî diçe Mûş ê mala xezûrê xwe û liwir tevî hevalên xwe yên dibistanê"Mutluk û Sadullah"derdikevin turekî;Edene,Mêrsîn,Konya,Izmîr,Enqere û Mûş;dîsa mizgînîya bûyîna keçekî didinê(Şemal 15.09.1989/Mûş)Piştre malbata xwe digire û vedigere Xindeqa û diçe Erzirom ê liwir büroyekî sigorteyê vedike,demekîjî bi vî awayî derbas dike.
1990 Aydin li Tekman ê di Navenda Perwerdeya Gel"Tekman Halk Eğitim Merkezi"de dikeve nava xebatekî çandî û liwir koroyekî mûzîka gelêrî ku ji 57 kesan pêk te avadike,qasî salekî xebatên xwe berdewam dikê,bi wê koroyê li herêmê tevli gelekî konseranjî dibin û herwiha ji bo cîwanên herêmejî xebatekî gelekî balkêş tê nîşandan.  

1991 li Xindeqa kurekî Aydin çêdibe(Zana 16.06.1991/Xindeqa)Di wê salêde li Tekman ê navenda navçeya HEP(Partîya Keda Gel)tê damezirandin û Aydin jî dibe endam.Dîsa di wê salêde li Tekman ê bi ser qereqol a polêsande roketekî tê avêtin û dengê gerîlla li Tekman ê belavdibe,karê Aydin ji dest tê girtin,Aydin  li Erziromê ji alî tîmên taybetîde tê biçavkirin û bi mirinê te tehdîtkirin,piştî fersendekî Aydin ji Erzirom ê derdikeve diçe Izmir,Bursa,Stembol,Enqere li wan dera demekî disekine....  

1992 Meha adar ê Aydin rêya xwe hîn dirêjtir dike,jixwe jîyana wî bi tevahî di rêyande derbasdibe ger mirov bipîve bi milyonan km dike herwiha Aydin derdikeve Almanya û li Dortmund ê dibe penaber. Aydin li Dortmund, Bochum, Essen,Hagen,Hamm bi tevahî dikeve nava xebat ên çand û huner a Kurdî,li wê herêmê Ekîbekî tê çêkirin bi navê Koma Xebat;xebatên Musîk,Folklor û Şano yê bi hevre dimeşînin.Bi navên Komelan û Hunerkom ê xebata xwe dimeşîne bi her awayî di nava xebatên çandî,wek konseran,şevan,dawetan û çalekîyande cîh digire piştî 2 salan Aydin ji Koma Xebat  diqete....  

1994 Li bajarîê Hagen ê Koma Helîm Dener avadikin û Li bajarê Dortmund ê bi navê International Konzert Albumekî çêdibe,Aydin di vê albumêde 4 stranan dibêje ku 2 stranên xwe û 2 stranjî gelêrîne.Bivî awayî Aydin 3 salûnîv bi tenê li herêm a Sauerland li Neheim-Hüsten dijî...1995 Aydin bi awakî gelek zor û zehmet tenê xanima xwe dikare bîne,êjarjî 3 zarokên wan li welat dimînin,piştî demekî zarokên xwejî tîne û herwiha piştî ewqas zulm û zorî,bi malbatî xwe digihînin hev...  

1996 Li Neheim-Hüsten Keçekî wan dîsa çêdibe(Xerîb 01.02.1996/Neheim-Hüsten)lê li virjî tiştekî balkêş heye ewjî dewlet a Almanya;çawa dewletekî demokratîke ku navê Xerîb ê bi Kurdî qebûl nakin.Aydin vê rewşa hanê digîhîne rojanmê û ev rewş a hanê ecêb tê weşandin,piştre navê Xerîb ê tê nivîsandin. 1998 Aydin mala xwe dibe Berlin ê û li wir bi Akademîya Çand û Hunera Kurdî şaxê Berlin êre xebatên xweyên hunerî,bi tevlêbûna wek konser,şahî,dawet û çalekî yên ku li her derê Almanya û li gelek welat ên Ewropa yê berdewam dike.   
 1999 li Berlin ê dîsa keçekî Aydin çêdibe(Dîrok 04.06.1999/Berlin)2001 Bi navê Şevbêrka Dengbêjan albumekî ji alî Mîr Mûzîk te tê çekirin û di vê albumêde cîh didin 2 stranên Aydinjî.    2002 Aydin di jîyan a xwede piştî 30 salên xwe dabû stranan;cara yekemînek u ewqas bi heyecan dibû xweyîyê albumekî bi navê "Bêje"lê tiştek hebû,Aydin tu caran qîmet û rûmet neda kariyer û pîyas ê lewmajî pîyase nefikirî.Tenê ji stranan heskir,ji stranan re xebitî û tim stra..    

2003 Îrojî di nava dilê Aydinde wek kurahîya behra Wan ê bi hezar an stran hêlîn kolane û wek guşe guşa çemê erez jî diherike Ji bo Aydin jîyan eve.Hîna bi sazîyên Kurdan re di nava xebatandaye, endamê Yekîtîya Hunermend ên Kurdistan ê ye,Hîn xurttir li ser Klasîk ên Kurdî,stran ên gelêrî û herwiha liser beste yên xwe xebatên xwe berdewam dike û hînajî li serokbajar ê Almanaya ê li Berlîne jîyana xwe didomîne.

Jiyan a azad û we guhdarvan ê strana silav dike û dibêje;Hemî hêlên jîyane stranbe....
(Kaynak:www.hozanaydin.com/)

Play
Aydin Dunyaye (5:06)
21/9/2018 451
Play
Aydin Filite Quto (17:25)
4/11/2018 259
Play
Aydin Gede Lo (4:03)
21/9/2018 202
Play
Aydin Genc Xelil (5:44)
19/1/2019 169
Play
Aydin Haylo Delil (5:22)
4/11/2018 184
Play
Aydin Qaze (6:19)
4/11/2018 188
Play
Aydin Sisile (5:23)
11/6/2019 182
Aydin Kormkaz_2006
Play Aydin Kormkaz_2006

12 compositions

Play
cane (3:29)
21/9/2018 8
Play
daye (5:29)
21/9/2018 5
Play
deme (7:15)
21/9/2018 4
Play
evindare biriya te me (5:54)
21/9/2018 4
Play
heyran (5:17)
11/6/2019 9
Play
newroze (4:30)
21/9/2018 5
Play
xem nine (5:17)
21/9/2018 5
Play
Aydin dilber (7:27)
21/9/2018 9
Play
Aydin esmer (7:08)
21/9/2018 6
Play
bawe min (8:20)
21/9/2018 10
Play
zekerya (6:12)
21/9/2018 4
Play
yar yare (5:33)
21/9/2018 7
Aydin
Play Aydin

14 compositions

Play
04 Track 4 (4:16)
21/9/2018 10
Play
AYDIN Beje02 (6:52)
21/9/2018 8
Play
bira mirin hebya kalbun tunebya (7:37)
21/9/2018 6
Play
LoLaho09 (4:09)
21/9/2018 5
Play
03 Track 3 (5:19)
21/9/2018 13
Play
AYDIN Mir04 (9:35)
21/9/2018 6
Play
AYDIN Potpori10 (4:21)
21/9/2018 6
Play
Aydin Filite Quto (17:25)
21/9/2018 7
Play
Aydin Gede Lo (4:03)
21/9/2018 6
Play
Aydin Genc Xelil (5:44)
21/9/2018 8
Play
Aydin Dunyaye (5:06)
21/9/2018 7
Play
Aydin Haylo Delil (5:22)
21/9/2018 8
Play
Aydin Qaze (6:19)
21/9/2018 5
Play
Aydin Sisile (5:23)
21/9/2018 6
Biborine 2017
Play Biborine 2017

14 compositions

Play
Hozan Aydin - Ware Min (Biborine 2017) HD (6:58)
20/11/2018 26
Play
Hozan Aydin - Pe Nikarim (Biborine 2017) HD (4:47)
4/11/2018 29
Play
Hozan Aydin - Mudur Bege Hewlere (Biborine 2017) HD (5:33)
27/1/2019 22
Play
Hozan Aydin - Lori (Biborine 2017) HD (7:22)
19/1/2019 50
Play
Hozan Aydin - Kurdistana Min (Biborine 2017) HD (4:01)
20/11/2018 23
Play
Hozan Aydin - Jiyane (Biborine 2017) HD (4:06)
21/9/2018 29
Play
Hozan Aydin - Jin (Biborine 2017) HD (6:46)
20/11/2018 33
Play
Hozan Aydin - Evrihim u Kenan DENGBEJ (Biborine 2017) HD (5:46)
21/9/2018 32
Play
Hozan Aydin - Cav Kespere (Biborine 2017) HD (4:01)
21/9/2018 17
Play
Hozan Aydin - Biborine (Biborine 2017) HD (5:23)
27/10/2018 44
Play
Hozan Aydin - Azadi Ka Were (Biborine 2017) HD (4:43)
27/1/2019 26
Play
Hozan Aydin - Xewna Sevebu (Biborine 2017) HD (4:46)
21/9/2018 29
Play
Hozan Aydin - Xiret (Biborine 2017) HD (4:31)
21/9/2018 25
Play
Hozan Aydin - Xwezi (Biborine 2017) HD (4:56)
21/9/2018 33

Comments (0)

write a comment

Введите свое имя и электронный адрес или авторизуйтесь

Написать от: