Karapêtê Xaço (1900(?) -2005) li Ermenîstanê wefat kir. Karapêt bi eslê xwe ermeni ye, zarotiya xwe û xortaniya xwe li Kurdistanê li navça Xerza derbas kiriye. Malbata wî di destpêka ss 20-î de, di gelkujiya dewleta Osmanî ya li ser ermeniyan û gelên din ên ne musulman de hatin kuştin. Karapêt bi xwedîlêderketina hin cîranên kurd ji kuştinê hatiye xilaskirin, bi salan bi şivantî û gavantiyê abûra xwe kir. Wextê Suriye di bin destê Fransayê de bû Karapêt çû çend salan li wir jiya. Di sala 1946an de xwe li welatê xwe yê milletiyê yanî Ermenîstanê girt çû li wir cîwar bû. Nêzîkî şêst salî li Ermenîstanê jiya û li wir jî çavên xwe li jiyanê girt.
Karapêtê Xaço bi saya weşana Radyoya Erîvanê ya kurdî li seranserî Kurdistanê hat guhdarîkirin û naskirin. Ew hunermendekî strana kurdî ê gelekî hezkirî û bi nav û deng e. Lê hezar carî mixabin ku hezkirina guhdarên wî ew ji feqîrî û belengaziyê xilas nekir. Xasima piştî belavbûna dewleta Sovyetê wek gelek hunermend û rewşenbîrên kurd Karapêt jî terkeserî feqîryê bû.
Karapêtê Xaço wê bi dewr û zemanan di kultura kurdan de bijî, lê çîroka jiyana wî jî, û ew deynê me yê ji wî re jî wê her li ber çavê me. Gelo wek gel, wek netewe em kurd em ê çawa bikaribin wefadariya xwe nîşan bidin, qenebe piştî mirina wî... Bila serê malbata wî, dostên wî û hezkiriyên muzîka kurdî sax be.
Comments (1)
Ozmanian