Almasta mi ji dersê tê 
Dersdara min ji dersê tê 
Delala mi ji dersê tê 
Dersê tê ha ji dersê tê 
 
Çavreşa min kaw kubar 
Bêrî hişt bûye dersdar 
Ewê kitêb zaf hez kir 
Xwendina bilind xelas kir 
 
Şiva biriyê bû qelem 
Destê nazik bû melhem 
Teşîrêsê bû dersdar 
Bêrîvan bû terbedar 
 
Dersdara zimanê dê 
Zardara zimanê dê 
Qelem hilda dest pê kir 
Xebera pêşîn welê kir 
 
Lawê biçûkê delal 
Hînbûna ringa şemal 
Gere hez kin xwendinê 
Şehreze bin rû dinê 
 
Gotin: Îşxanê Aslan (Bavê Nazê) 
Muzîk: Aram Dîkran