Adar e ax adar e  
Adar e xweş Adar e  
Newroz û xweş bihar e  
Adar e xweş rengîn e  
Ew dem û cenga şîn e  
Zivistan wekî dûje  
Adar e û Newroz e  
Dijmina derdaye  
Ser sala me Kurda ye  
  
Hemî bi xemil û xêz in  
Li pey hev gişk birêz in  
Çengê me tazî ne  
Bihara benga(dema) jîn e  
  
Tev berê xwe dan çolê  
Ji boy (herin) guk û holê  
Meha me yî Adarê  
Ax cejina Kurdistanê  
  
Gava em dertên deştê  
Bîna gulên sor xweş tê  
Yê biçûk yê (ku) xort in  
Tev diçin cotbicot in  
  
Gotin: Gelêrî  
Muzîk: Aram Dîkran