Ji te re nabêjim av, avê zelaltir î 
Şêrînî şerbetî, hingiv şêrîntir î 
Bermaliya mala min (qinyatar vedir î) 
Ji te re nabêjim gul, tu gulê bêhntir î 
 
Şev dirêj bûn roj qet naçin, 
Meh li min bûn weke sale 
Delala min çima nayê 
Hatina te xewn û xeyal e 
 
Eşq û evîndar im, delalê min dilketî 
Berbanga sibê de mina stêrkek vêketî 
Ez bûm koçerên rêyan, çavê min te neketî 
Êdî were rinda min canê min nar pêketî 
Êdî were rinda min malê min nar pêketî 
 
Şev dirêj bûn roj qet naçin, 
meh li min bûn weke salek 
Delala min çima nayê 
Hatina te xewn û xeyal e 
 
Tu wek Xec'a çelengî, li ser çiyayê Sîpan 
Şewq û şemala te, ax daye her deran 
Evîndarê te me, ez dikişînim xeman 
Bese were rinda min ez bûm jar û perîşan 
 
Şev dirêj bûn roj qet naçin, 
meh li min bûn weke salek 
Delala min çima nayê 
Hatina te xewn û xeyal e