Bavê Min (Gotin)
Gava em piçûk bûn
Ber deriyê malê
Em benda wî diman
Roniya vê malê
...
Dema me wî dît
Li serê tarê
Li dûv hev em bezîn
Xwezî bi wê carê
....
Bavo bavê min
Ax tu kanî
Te digot berxa min(keça min )
Gorî te canî
......
Sal dirêj diçûn
Zeman çi zanî
Hemî dev ken bû
Qehir bi xwe re ne anî
...
Porê spî bû
Lê dil ciwanî
Mana ji hêmêza wî
Buhar gul danî
....
Bavo bavê min
Ax tu kanî
Te digot berxa min(keça min )
Gorî te canî
Gotin û Awaz: Şivan Temo